NY- Dema Natanyahu axivî, wekîlên welatan salona civînê terikandin
Îlon 26, 2025 17:10 Asia/Tehran
Dema Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst dest bi axavtinê kir, wekîlên welatên cîhanê salona civînê ya NY terikandin.
Benyamîn Netanyahu îro di halekî da li koma rayedar û dîplomatên welatên cîhanê li New yorkê axivî ku bi mehan e ji ber cinayetên cengê yên li Xezzeyê li ber taqîbata Dîwana navdewletî ya Dadwerîyê ye.
Gellek serok, rayedar û desteyên dîplomatîk ên pişikdarê civîna Civata Giştî ya NY bi nîşana nerazîbûna himber axavtina Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst u cinayetên cengê yên wî li Xezzeyê, terka salona vê civatê dan. Vê pêngava nerazîbûnê peyameke zelal a bêzarbûna navdewletî himber sîyasetên Tel Avîvê da cîhanê.