Rûsya: Niyeta me ya pevçûna bi Polonyayê re tinebû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356112-rûsya_niyeta_me_ya_pevçûna_bi_polonyayê_re_tinebû
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de bertek nîşanî nûçeyên derbasbûna xwefirên vî welatî nav esmanê Polonyayê da û nivîsî: Niyeta me ya pevçûnê li axa Polonyayê tunebû.
(last modified 2025-09-10T12:52:15+00:00 )
Îlon 10, 2025 14:11 Asia/Tehran
  • Rûsya: Niyeta me ya pevçûna bi Polonyayê re tinebû

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de bertek nîşanî nûçeyên derbasbûna xwefirên vî welatî nav esmanê Polonyayê da û nivîsî: Niyeta me ya pevçûnê li axa Polonyayê tunebû.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di dewamê de amadetiya xwe ragehand ku li ser bûreya şeva borî bi aliyê polonyayî re gotûbêjê bike. Serokwezîrê Polonayê Donald Tosk li medyaya civakî nivîsî: Şeva borî, qada hewayî ya Poloyayê ji aliyê hejmareke zêde ya xwefirên rûsî ve hat binpêkirin. Xwefirên ku gefeke rasterast çêdikirin, hatin îmhakirin. Hêzên çekdar ên Polonyayê ji ber êrişa berfireh a Rûsiyê ser rojavayê Ukraynê, ku di encamê da çend xwofirrên Ûrsêtê derbas  qada hewayî ya wî welatî bibûn, rewşa amadetiyê de bûn.