Efganistan- Hejmara qurbaniyên erdhejê rabû 2 hezar û 200 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356033-efganistan_hejmara_qurbaniyên_erdhejê_rabû_2_hezar_û_200_kesan
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hejmara qurbaniyên erdheja vê dawiyê li Efxanistanê jorda çû.
(last modified 2025-09-04T11:21:22+00:00 )
Îlon 04, 2025 14:34 Asia/Tehran
  • Efganistan- Hejmara qurbaniyên erdhejê rabû 2 hezar û 200 kesan

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hejmara qurbaniyên erdheja vê dawiyê li Efxanistanê jorda çû.

Berpirsên Efxanistanê ragehandin ku hejmara qurbaniyên erdheja vê dawiyê li vî welatî gihîştiye 2 hezar û 200 kesan. 3 hezar u 640 kes jî birîndar bûne.

Erdhejek bi giranîya 6 rîştêrî sibeha 31ê Tebaxê wilayetên Nengerhar û Konar ên li rojhilatê Efxanistanê hejand û xanîyên kerpîç û kolanên tengav ên gundan wêran kir.

Bêdengiya civaka cîhanî li himber vê bûyerê û nebûna alîkariya guncav a welatên rojavayî ji bo mexdûrên erdheja li Efxanistanê bû sedem ku welatiyên Efxanistanê bi tundî rexneyê li van welatan bikin.