Daxwaza Konseya ewlehiyê ji bo sekinandina êrişên rejîma dagikir ser Xezzê
Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY daxwaza sekinandina êrişên Rejîma Siyonîst kirin.
Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY di daxuyaniyekî de daxwaza agirbesa demlidest, bêyî merc û hertimî û zêdekirina berbiçav a alîkariyên mirovdostane li gişt Xezzê kirin û ji Rejîma Siyonîst xwestin demlidest biryara xwe ya ji bo berfirehkirina zêdetir a operasiyona leşkerî ya li Xezzê bi armanca dagîrkiirna bajarê Xezzê îbtal bike. Di vê civînê de birêvebirê cihîner ê Rêxistina Navnetewî ya Rizgariya Zarokan ragihand: Xwerin û nan, veguheriye hêviya zarokên Xezzê. Wî got: Zarokên lawaz li navendên dermankirinê yên Xezzê idî nikarin ji ber êşê biaxivin û bigîrîn jî. Alîkara sersekreterê NY li karûbarên mirovdostane jî got: Xelaya li Xezzê hatiye piştrastkirin û nika Xezze tûşî xelayê ve bûye. Nika zêde ji nîvê xelkê Xezzê rastî birçîtî, hejarî û mirinê ve hatine. 14 welatên endamê Konseya ewlehiyê ya NY, xelaya li Xezzê qeyrana ku beşer pêk aniye dan zanîn û pêhişyarî dan ku anegorî qanûnên navnetewî bikaranîna birçîtiyê wekî çekê şêrr qedexe ye û divê demlidest were sekinandin. Konseya Ewlehiyê herwiha ji Rejîma Siyonîst xwest ku demlidest û bêyî merc hemû sînordariyên li ser şandina alîkariyan bo Xezzê îbtal bike.