Erdheja bi giraniya 8 Rîştirî hin pişkên Rûsiyê hejand
Tîrmeh 30, 2025 14:34 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li herêma Altayê ya Rûsyê erdhejeke bi hêza 8 pileyan çêbûye.
Piştî vê erdhejê herîkêm 30 carên din erd hejiya. Saziya Erdnasiyê ya Amerîkayê ragihand ku ev erdheja di kûratiya 19.3 kîlometreyî ji ser rûyê erdê qewimiye. Li dû vê erdhej û sûnamiyê li girava Kamçatkayê rewşa awarte hate ragihandin. Zêde ji du hezar û 700 kes li dû vê erdheja giran li nêzîkî perravên Kamçatkayê, ji wir hatine derxistin û bo navçeyên ewleh ên li giravên Korîlê ve hatine veguhestin.
Li dû vê erdheja giran a li rojhilata Rûsiyê, ji bilî Amerîk, Japon, Fîlîpîn û Endonêziyê, Pêro û Çînê jî ji ber qewimîna Sûnamiyê pêhişyarî dane.