Gotrêş: Rêyên dawîn ên rizgariyê li Xezzê tên birrîn
Tîrmeh 04, 2025 12:24 Asia/Tehran
Sersekreterê NY li bara karesata mirovî ya li Xezzê li dû hovîtiya Siyonîstan pêhişyarî da.
Antoniyo Gotrêş pêhişyarî da eger ku ardû derbasî Zîvala Xezzê nebe, wê dûhatên bikaresat hebe. Gotrêş nivîsî: Bêyî derbasbûna demlidest a ardûyê, ceribîngeh wê ji nav herin, ambûlans wê nekaribin birîndar û nexweşan veguhêzin û av nayê safîkirin. Wî pêgîrî kir NY amade ye û dikare alîkariyên mirovdostane bigihîne filistîniyên li Xezzê lê divê îzna wê hebe ku vê pêispartiyê bi awayekî ewleh û berfireh cih bîne. Eva di halekî da ye ku Rejîma Siyonîst pêşiya derbasbûna para zêde ya alîkariyên mirovdostane bo Xezzê girtiye û dewsa wê pilaneka dewsgirê wê teblîx dike ku xwe ji qanûnên NY vedidize.