Xwenîşandana piştgirên Xezzê li Parîsê
Hezîran 10, 2025 12:39 Asia/Tehran
Welatiyên firansî bona şermezarkirina dewama şerrê dagirkirên siyonîst dijî Zîvala Xezzê li Parîsê xwenîşandaneka berfireh li dar xistin.
Welatiyên firansî di van xwenîşandanan de daxwaza azadiya xebatkarên gemiya Azadiya Madlînê kirin. Polîsê vî welatî bi xwenîşanderên piştgirê Filistînê re kete pevçûnê. Gemiya Azadiya Madlînê ku bona têkdana dorpêça Xezzê hilgira xwerin û dermanan bû ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hate dizîn û hejmarek ji xebatkarên nav vê gemiyê ji ber ku sozname ji bo siyonîstan wajo nekirin, hatin girtin.