May 31, 2025 16:12 Asia/Tehran
  • Barselonayê peywendîya tev Tel Avîvê qut kir

Konseya bajêr a Barselonayê bi hegera binpêkirina berfire ya mafên merivan, peywendîyên tev Rejîma Sîyonîst qut kir.

Konseya Bajêr a Barselonayê di daxûyanîyekê da xwest ku li Zîvala Xezzeyê agirbesa demlidest û dayimî`` were pêkanîn û derbaskirina alîakrîyên mirovdostane bo vê herêmê were hêsankirin.

Şaredarîya Barselonayê êrişa Rejîma Sîyonîst ser filistînîyên sivîl û koçberkirina gelê Xezzeyê şermezar kir û pêgirî kir ku Xezze warê hemî filistînîyan e.

Şaredarîya Barselonayê herwiha ji hikûmeta navendî ya Spanîyayê û Katalonîyayê xwest ku ji bo agirbesa demlidest zorê bidin ser Israyîlê.

Tevgera Berxwedana Isalmî ya Filistînê (HAMAS) jî piştgirî da biryara Barselonayê ya qutkirina peywendîyên tev Rejîma Sîyonîst a dagirker.

Serepeyv