Komîserê Bilind ê NY rêz ji xizmetguzariyên Îranê bo penaberan girt
Komîserê Bilind ê NY li karûbarên Penaberan ji xizmetguzariyên Komara Îslamî ya Îranê di warên tenduristî, perwerde û şuxilandina penaberan de rêz girt.
Fîlîpû Grandî di hevdîtinekê de ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Mihemed Riza Zeferqendî, ku ji bo beşdariya li Civîna Giştî ya Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê çûye Jinêvê, ji xizmetguzariyên hêja yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo penaberan di warên cûrbecûr ên tenduristî, perwerde û kar de rêz girt û got: Ev xizmetguzariyên hêja yên Îranê, tevî boykotan û hin pirsgirêkên aborî, pir binirx û hêjayî qedrzaniyê ne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê di vê civînê de her wiha tekez kir: Parastina tenduristiya penaberan berpirsiyariyeke navneteweyî ye, ku helbet nabe bi tenê ji bo welatê mazûvan be.Wî her wiha got: Divê rêbazên darayî û operasyonî yên guncaw li seranserê cîhanê ji bo welatên ku penaberan dihewînin, bi taybetî Îran, werin dîzaynkirin û xurtkirin.
Biryar e ku Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY di demek nêzîk de serdana Tehranê bike.