Nîsan 24, 2025 16:07 Asia/Tehran
  • Zêrevana Mafên Merivan ji ber kiryarên Trump rexne kir

Zêrevana Mafên Mewrivan bi dû nirxandina karnama 100 rojî ya Donald Trump, 100 babetên binpêkirin an lawazkirina mafên merivan di karnama wî da destnîşan kir û ji ber vê yekê ew da ber rexneyan.

Zêrevana Mafên Mewrivan di raporekê da ragihand ku di 100 rojên destpêka karê hikûmeta Trump da, gellek binpêkarî hatine kirin, ji wan binpêkirina mafên merivan li Amerîkayê û cîhanê, gefxwarin û lawazkirin.

Tanîya Girîn Rêvebira Beşa Amerîkayê ya Zêrevana Mafên Merivan ragihand: Hikûmeta Trump hema di 100 rojî da, derbên giran li mafên merivan li Amerîka û cîhanê xistîye û em dilnigeran in ku êrişên ser azadîyên bingehîn bên domandin.

Li gorî gotina Girînê, binpêkarîyên hikûmeta Trump van warana digirin ber xwe; binpêkirina mafên penaxwaz û koçberan, êrişa ser azadîya raderbirîn û mîtîngan, lawazkirina piştgirîya ji tenduristî, jîngeh, civakê, bisînorkirina piştgirîya ji perwerdehiyê, kêmkirina alîkarîyên derve û mirovdostane û lawazkirina serwerîya qanûnê. 

Serepeyv