Dengvedana Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê di medyayên cîhanê da
Meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê bi awayekî berfire li medyayên cîhanê deng veda.
Televîzyona Al Mayaden`ê bala xwe da ser meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê û ragihand: Azadîxwazên seranserê cîhanê bi beşdarîya berfire û pirrcoş di meşa bi boneya Roja Cîhaîn ya Qudsê da, rêz li vê rojê girtin.
Kanala Al Masireyê jî ragihand ku gelê Îranê di meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da beşdar bûn.
Malpera Şebekeya Al Ahdê jî wêne û vîdyoyên têkildarî meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê weşand û wiha nivîsî: Di roja Cîhanî ya Qudsê da meş û merasimên berfire li Têhranê û seranserê Îranê hatin lidarxistin.
Şebekeya Al Manar a Libnanê jî amajeyî beşdarîya berfire ya gelê Îranê di meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê ya bi durişma Ene Ela Ehd`ê kir.
Rusiya Al Yewmê jî di raporekê da bala xwe da ser merasima bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê.
Şebekeya Al Ahd a Iraqê jî bal kişand ser beşdarîya gelê Îranê di meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da ji wan li şarên Têhran û Meşhedê.