Oxfam: Rejîma Îsraîlê bi hatina meha Remezanê re alîkariya bo Xezzeyê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353626-oxfam_rejîma_Îsraîlê_bi_hatina_meha_remezanê_re_alîkariya_bo_xezzeyê_rawestand
Saziya Oksfamê ragihand ku biryara Rejîma Siyonîst ji bo girtina pêşiya gihandina alîkariyê ji bo zêdetir ji 2 milyon filistîniyên li Zîvala Xezzeyê li destpêka meha Remezanê, tedbîrek bona cezakirina komî ya filistîniyan e.
(last modified 2025-03-03T12:24:06+00:00 )
Adar 03, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Oxfam: Rejîma Îsraîlê bi hatina meha Remezanê re alîkariya bo Xezzeyê rawestand

Saziya Oksfamê ragihand ku biryara Rejîma Siyonîst ji bo girtina pêşiya gihandina alîkariyê ji bo zêdetir ji 2 milyon filistîniyên li Zîvala Xezzeyê li destpêka meha Remezanê, tedbîrek bona cezakirina komî ya filistîniyan e.

Oxfamê ragehand ku alîkariyên mirovî  amûrek jibo zextê li aliyên curbicur nîne , belku mafekî bingehîn e ji bo gelê sivîl ku  pêîwstiya bi lez bi vê aîkariyê hene û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Tîma Oxfam ragihandiye ku di serdana Xezzeyê rastî dîmenên bi xof ên wêranî û birçîbûnê hatine.

Xelkê Xezzeyê niha pêdiviya xwe bi her tiştî heye,bi taybetî xwarin, germkirin û ceyran.

Dîwana  navndewletî ya Edaletê  jî ferman da Rejîma Siyonîst ku rê li şandina alîkariyên ji bo Xezzeyê negre