Nerazîbûnên xwendekaran li Fransayê berfireh bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360636-nerazîbûnên_xwendekaran_li_fransayê_berfireh_bûn
Nerazîbûnên xwendekaran li Fransayê ku destpêkê bi daxwazên perwerdeyê, di nav da kêmbûna mamosteyan, polên qerebalix û kevnbûna dibistanan dest pê bû, di nava derdora du hefteyan da li cihên cûrbicûr ên vî welatî berfireh bûne.
(last modified 2026-10-03T14:50:45+00:00 )
Çirî 03, 2026 18:20 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên xwendekaran li Fransayê berfireh bûn

Nerazîbûnên xwendekaran li Fransayê ku destpêkê bi daxwazên perwerdeyê, di nav da kêmbûna mamosteyan, polên qerebalix û kevnbûna dibistanan dest pê bû, di nava derdora du hefteyan da li cihên cûrbicûr ên vî welatî berfireh bûne.


Zêdeyî hezar dibistan li Fransayê ketine nav grev û kombûnên nerazîbûnê û derdora 400 dibistan jî ji ber nerazîbûn û nigeranîyên ewlehiyê hatine daxistin. Li hin bajaran, nerazîbûn veguherîne pevçûna bi polîsan ra, agirberdan û wêrankirina mal û milkên giştî û dibistanan. Wezareta Karên Hundur a Fransayê ragihandiye ku ji destpêka hefteyê zêdeyî pênc hezar kes di van nerazîbûnan da hatine desteserkirin ku dora 85% ji wan ji temenê qanûnî kêmtir in. Herwiha rayedarên fransî qala birîndarbûna bi sedan hêzên polîs û jandarme kirine. Li hember vê yekê, Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê ragihandiye ku heta niha 170 xwendekar û 65 kes ji karmendên dibistanan birîndar bûne. Di dewama tevgera nerazîbûna xwendekaran li Fransayê hin nûciwanan bînahiya çavê xwe ji ber lêketina guleyekê ji dest dan. Hevdem hin rapor derbarê bikaranîna çekên bi navê “LBD” ji hêla polîsan û birîndarbûna çend nûciwanan hatine belavkirin. Li bajarê Tûrê, nûciwanekî din ê 16 salî roja Pêncşemiyê, 1ê Cotmehê, di dema nerazîbûnan da û bi lêketina guleya LBD’ê ji aliyê çav va birîndar bû. Dosyeya vê bûyerê tê vekolandin. Belavbûna van nerazîbûnan ku derbasî zanîngehan jî bûye, hikûmeta “Sêbastiyen Lêkorno” rastî qeyraneke berfireh aniye.