Serokkomarê Somalîyê dijberî hebûna Rejîma Siyonîst e
Serokkomarê Somalîyê got: Di bin ti şert û mercan da em ê hebûna Îsraîlê li welatê xwe qebûl nekin.
Hisên Şêx Mehmûd bi ragihandina vê yekê ku niştecihên Somalîlendê dijî hebûna Rejîma Siyonîst in, sedema vê kiryarê liv û tevgerên Rejîma Siyonîst ji bo herêma rojavaya Asyayê bi nav kir. Serokkomarê Somalîyê zêde kir: Hewldana veguhestina qeyranên Rojhilata Navîn bo welatê me dê ser nekeve û em ê li ser pirsgirêka liv û tevgerên Rejîma Siyonîst bi ser bikevin. Rejîma Siyonîst ji bo avakirina bingeheke deryayî li Berbereyê û bikaranîna balafirgeha vî bajarî planan çêdike. Armanca rastîn nêzikbûna li welatên peravên Kendava Farsê û Îranê ye. Wî herwiha got: Niştecihên Somalîlendê jî bi temamî dijî hebûna Rejîma Siyonîst in. Serokkomarê Somalîyê got: Têkiliyên me bi Etyopiyê ra baş in û em li dijî gihîştina vî welatî bi rêya axa Somalîyê bo deryayê nînin.