Adar 03, 2025 15:54 Asia/Tehran
  • Helwesta Çînê li berteka li hember bikaranîna mekanîzmaya tetikê li dijî Îranê

Balyoz û nûnerê hertimî yê Çînê li NY bal kişand ser vê yekê ku bikaranîna mekanîzma tetikê ya Konseya Ewlehiyê bikêr nîne û hevkariya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê serketî da zanîn.

Fo Kong,  Balyoz û nûnerê daîmî yê Çînê li NY  bal kişand  ser wê yekê ku bikaranîna mekanîzma tetikê ya Konseya Ewlehiyê bikêr nîne, bi serketîzanîna muzakirên vê dawiyê yên Îran û YE daxwaza berdewamiya gotûbêjan kir.

Nûnerê hertimî yê Çînê li NY sefera Rafaêl Grosî, sekreterê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê bo Îranê, serkevtî da zanîn û berdewamiya hevkariyên Têhran û Ajansê erênî û dilgermkir wesif kir.

 Vî rayedarê Çînî diyar kir ku Amerîka weke tawanbarê sereke yê krîza navokî ya Îranê divê dest ji kiryarên xwe yên şerxwazane berde û nêta xwe ya xêrê nîşan bide. Nabe Amerîka careke din dest bi siyaseta zexta herî zêde li dijî Îranê bike.

Serepeyv