Ûkrayn wê ne bibe endamê NATO`yê ne jî YE`yê
Sibat 23, 2025 14:30 Asia/Tehran
Serokwezîrê Mecaristanê got: Ûkrayn piştî bi dawîhatina şêrr, tevî meyla zav a ji bo tevlîbûna li NATO`yê, ne wê bibe endamê vê peymana leşkerî û ne jî wê tevlî YE`yê bibe.
Vîktor Orban bi tundkirina helwêsta xwe ya bi dijminatî li hember Ûkraynê got: Mecaristan biryarê dide ku gelo Ûkrayn dikare li dahatiyê bigihîje hêviya xwe ya tevlîbûna li YE`yê yan na. Wî Ûkraynê navçeyeka navbirr di navbera Rûsiyê û welatên endamê NATO`yê da zanîn û texmîn kir Kiyêv piştî kutabûna şêrr, tevî bilindfirînên xwe bona tevlîbûna li vê hevhatina leşkerî, divê hema wek navçeya navbirr bimîne.