Em îro mînaka hemû azadeyên cîhanê oxir dikin
Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Îro em xatirê xwe ji rêberekî dixwezin ku qibleya azadeyên cîhanê ye.
Şêx Neîm Qasim, sersekreterê Hizbullaha Libnanê di merasima oxirkirina meytê sersekreterê şehîd ê vê tevgerê de got: Em îro rêberekî pirr kêmînak ê dîrokî, netewî, erebî û îslamî ku mînaka hemû azadeyên cîhanê bû, oxir dikin.
Şêx Neyîm Qasim pêgîrî kir: Rola Seyîd Hesen Nesrullah di vejiyandina armanca Filistînê, pirr mezin bû û em ê vê emanetê biparêzin û vê rêyê bidomînin. Eger malên me li ser serên me kawil bibin, em ê dîsa ji desta ji berxwedanê bernedin. Şêx Neîm Qasim got: Seyîd Hesen Nesrullah, berxwedan ber bi xelkê ve birêve bir û xelkê jî gîhande berxwedanê û her du bi wî re bûn yek.
Şêx Neîm Qasim amajeyî vê yekê kir ku ev û hemû hezkirî, seyîdê umetê ji dest dan û got: Lê Seyîd Hesen Nesrullah bi nihêrîna xwe, perwerdehiyên xwe, rêbaz û cîhada xwe di nav hezkiriyên xwe da mayinde ye. Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ragihand: Berxwedan bi Rejîma Siyonîst û piştgirên wê, taxûta mezin, Amerîka ku li hember Xezze, Filistîn, Libnan, Iraq û Îranê sekinî re şerr kir. Asta zexta li ser Berxwedanê, şervanên wê û derdora wê bêmînak bû lê di eynî demê de asta xweragiriyê jî bêmînak bû.
Wî amajeyî beşdariya berfireh a gel di vê merasimê de kir û xelkê Libnanê emekdar û bibaxiş wesif kir û got, ev beşdarî di dîroka Libnanê de bêmînak e.
Şêx Neîm Qasim got: Me agirbes pejirand ji ber ku em hez nakin bêyî asoya siyasî û meydanî, şêrr bidomînin. Sersekreterê Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Berxwedan îman û mafek e û jiyana xelkê azade ji bo rizgariyê ye, ti kes nikare vî mafê ji me bistîne. Berxwedan bi xwînê hatiye nivîsîn û hubra li ser kaxizê nîne.