Merasima rêzgirtina seyîdê Bereya Berxwedanê li Kişmîr a Hindê
Sibat 23, 2025 17:50 Asia/Tehran
Îro hevgavê oxirkirina meytê Seyîd Hesen Nesrullah li Libnanê, xelkê Kişmîr a Hindê bi amadebûna berfireh li kolanan peymana xwe bi seyîdê Berxwedanê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah ra dubare kirin.
Merasima rêzgirtina Seyîd Hesen Nesrullah bi amadebûna çîn û qatên curbicur ên xelkê û kesayetiyên mezhebî hate lidarxistin. Axêvînerên vê merasimê berûlayên curbicur ên kesayetiya Seyîd Hesen Nesrullah rave kirin û herwiha ragihandin tevî ku em îro li Libnanê nînin lê dilê me li gel seyîdê Bereya Berxwedanê ye. Şehadeta wî bidawîhatina Bereya Berxwedanê nîne belke destpêka serdemeka nû ji berxwedanê û têkoşîna li hember koloniyalîzm û Rejîma Siyonîst e.