Sibat 23, 2025 18:21 Asia/Tehran

Merasima oxirkirina şehîdên berxwedanê Seyîd Hesen Nesrullah û şehîd Haşim Sefîyedîn li werzişgeha Kemîl Şemûnê hate lidarxistin. Meytên van du şehîdan ji aliyê girseya gel ve hat oxirkirin.

 Merasima oxirkirina şehîdên   berxwedanê Seyîd Hesen Nesrullah û şehîd Haşim Sefîyedîn bi beşdariya bi hezaran kes ji xelkê Libnanê û taximên dîplomatîk û nûnerên welatên curbicur ji wan Îran, Yemen, Tirkiye û Iraqê hate lidarxistin û veguherî sembolekêî ji hevgirtîbûna netewî û evîna li şehîdan. Wezîrê karên derve, serokê Meclisa Îranê û taximeka çarkesî bi nûneratiya rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî jî di vê merasimê de beşdar bûn. 

Qêrîna Hey Nesrullah, ez sozdar im, di merasima oxirkirina meytên şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û Şehîd Haşim Sefîyedîn de rabû. Merasima nimêja li ser meytên şehîdên berxwedanê hate lidarxistin. Herwiha di merasimê de dua ji bo aramiya rihê şehîdan hat xwendin ku vîna xelkê Libnanê bona piştgîriya ji armancên xwe nîşan dide.

Hevgavê firrîna balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser esmanê Bêyrûtê, beşdarên li merasimê, Mirin ji bo Amerîkayê û Mirin ji bo Îsraîlê qêriyan.

Elî Cabir, endamê Konseya Navendî ya Hizbullahê û nûnerê sersekreter ragihand: Xatirxwestina ji seyîdê şehîdan, rojeke xemgîn ji bo Qudsekê ye ku şehîdê xwe oxir dike, şehîdê ku baweriya wî li viya hebû ku azadiya Qudsê mijarek e bi hetim wê bibe.

Serepeyv