Sibat 15, 2025 18:54 Asia/Tehran
  • Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misliman: Plana koçberkirina Filistîniyan metirsîdar e/ Nabe em bêdeng bimînin

Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman plana Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump a veguhestina şêniyên Xezzeyê bo Urdun, Misir û welatên din pir metirsîdar nirxand.

Elî Qeredaxî serokê Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê ji ummeta îslamî û welatên erebî xwest ku li dijî plana Trump a koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzeyê rabin  û li hemberî vê planê  ku plana herî metirsîdar a dîroka Filistînê ye piştgiriyê bidin gelê Xezzeyê.

Elî Qeredaxî  bal kişand  ser wê yekê ku  di mijara koçberkirina şêniyên Xezzeyê de   sistî û xemsarî  xiyaneteke mezin e û got. Planên mîna plana Trump a ji bo Xezzeyê  dijî ewlehî û aramiya herêmê û cîhanê ye .

Wî got ku mesele ne tenê li ser filistîniyan e,  belku fukareke cîhanî  ye.

Serepeyv