Operasiyona derxistina koçberan ji Amerîka
Çile 26, 2025 17:59 Asia/Tehran
Hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya Donald Tiramp, cihanîna tam a siyasetên xwe yên şidandî di warê koçberiyê de destpê kiriye.
Di encama operasiyoneka berfireh de bi sedan koçber hatine girtin û derxistin. Ev kar piştî wajokirina fermaneka ji bo cihanînê li hikûmeta Tiramp cih hat ku bû sedema îbtalbûna demên kivşbûyî ji bo penaberan. Di vê operasiyonê de zêde ji 500 koçberên neqanûnî bi kelepçê veguhestin balafirên leşkerî. Ev koçber wê ji bo welatên ku jê hatine, bên vegerandin.
Li gorî raporan nêzî 460 koçberên neqanûnî jî serê hefteya buhurî hatine girtin. Komek ser navê Melekên Peyamhîner, pêşwaziya van koçberan dikin û bi pilakardên wek Koçber li ber xeterê ne, piştgîriya xwe ji wan dişan didin.