Tekeziya NY ser pêwîstiya dabînkirina sitrageh û xaniyan jibo xelkê Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353052-tekeziya_ny_ser_pêwîstiya_dabînkirina_sitrageh_û_xaniyan_jibo_xelkê_xezzeyê
Berdevkê Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY (OCHA) ragehand ku divê ji bo danînkirina xanî û sitargehan bo xelkê Xezzeyê demlidest bikevin tevgerê.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 22, 2025 12:46 Asia/Tehran
  • Tekeziya NY ser pêwîstiya dabînkirina sitrageh û xaniyan jibo xelkê Xezzeyê

Berdevkê Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY (OCHA) ragehand ku divê ji bo danînkirina xanî û sitargehan bo xelkê Xezzeyê demlidest bikevin tevgerê.

Yêns Layêrkê,Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY(OCHA)  di civîna çapemeniyê de li Jênêvê amaje bi destpêkirina cihanîna peymana agirbesê li Xezeyê kir û got ku divê ev agirbes were domandin û got: Niha  hêviyek mezin heye lê nabe çavên xwe ser babet û rewşên lihevalîyayî yên pêşber girêdin.Rakirina kelefeyan û pûçkirina teqemeniyên ku ji şêrr mane ji van pirsgirêkan in.

Layêrkê tekezî ser pêwîstiya hewildana herî zêde jibo  gihandina alîkariyan kir û got ji bilî pirsgirêkên derûnî yên di encama şerê Xezzeyê de, birçîbûn jî li vê zîvalê pir zêde bûye û gel bê mal û xanî mane, nexweş û birîndar pir zêde bûne. Wî her wiha got ku ewlewiyeta me raberkirina xwarinê, vekirina firrnan û nanpêjxwaneyan û dabînkirina xizmetguzariyên tenduristiyê, ji nû ve avakirina nexweşxaneyan, û raberkirina alîkariyê ji bo restorekirina şebekeyên avê û stargehan e.