Kanûn 20, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Pejirîna biryarnameya dijî Îsraîlê li Civata Giştî ya NY

Civata Giştî ya NY bi para zêde ya dengan, biryarnameyekî dijî Rejîma Îsraîlê pejirand.

Civata Giştî ya NY, sê biryarname dijî Rejîma Îsraîlê pejirandin ku di biryarnameyekî bona piştgîriya ji xelkê Filistînê, bi piraniya webirr a dengan yanî bi 137 dengên Erê daxwaz kir ku Dîwana Navnetewî ya Dozgeriyê li ser çalakiya UNRWA`yê ku Têlavîvê çalakiya wê li Erdên Dagirkirî yên Filistînê qedexe kiriye, nihêrîna xwe raber bike.

Di biryarnameya duyemîn a Civata Giştî a NY de, Rejîma Îsraîlê ji ber bikaranîna narewa a çavkaniyên xwezayî yên filistîniyan, hat rexnekirin. Ev biryarnameya jî bi 162 dengên Erê, 8 dengên Na û 10 dengê bêalî hat pejirandin.

Biryarnameya sêyemîn jî ji Rejîma Siyonîst xwest berpirsyaretiya lêçûna niftê ya di sala 2006`ê da ku di encama êrişa Rejîma Îsraîlê ser depoyên zimhêrkirina nifta Libnanê û welatên din ên debelêketî da pêk hatiye, bide ûstiyê xwe û ji ber van derbeyan xerametê bide.

Ev biryarnameya bi 167 dengên Erê, 9 dengên Na û 6 dengên bêalî ji hêla endamên Civata Giştî ve hat pejirandin.

Serepeyv