Kanûn 18, 2024 18:05 Asia/Tehran

Konseya Emnî ya NY ji bo cara yekem piştî ketina hikûmeta Sûrîyê, derbara rewşa vî welatî da civîya.

Konseya Emnî ya NY derbara Sûrîyê da civîya û Gîêr Pederson Wekîlê NY du karên Sûrîyê da bi awayê berxet ji Şamê va di vê civînê da beşdar bû û hêvîdarbûna xwe ji ber hewlên ji bo amadekirina qanûna bingehîn a nû li Sûrîyê dîyar kir û got k uhêvîdar e qanûneke bingehîn a nû li Sûrîyê were pesendkirin. 

Pederson derbara berdewambûna pevçûnan li Sûrîyê da jî got ku ev pirsgirêk didome û hêvîdar im ku şîdet û pevçûn li Sûrîyê bnê sekinandin.

Tam Felçêr Cîgirê Sersekreterê NY di Karên Mirovdotane da amajeyî rewşa penaberên sûrî ku bi hegera şerê 14 salî li welatên din aware bûne kir û got ku alûgur li Sûrîyê gellekî zû diqewimin û qeyrana mirovî li vî welatî berfiretir bûye.

Emîr- Se`îd Îrewanî Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY jî dîyar kir ku Komara Islamî ya Îranê careka din piştgirîya xwe ya teqil ji yekitî, serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê radigihîne û got: Siberoja Sûrîyê divê tenê bi destê gelê vî welatî bêyî destwerdan an sepandina ji derva were kivşkirin.

Civîna Konseya Emnî ya NY derbara Sûrîyê di halekî da hat lidarxistin ku di vê civînê da qet himberî destdirîjêyên artêşa Rejîma Sîyonîst û dagirkirina axa Sûrîyê bertek nehat nîşandayîn. 

Ev dihalekî da ye ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst di koma leşkerên vê rejîmê yên li çîyayê Cebel Şêx ê Sûrîyê da ferman da ku ew hêzana heta dawîya sala 2025ê li wir bimînin. 

Serepeyv