Dîwana Laheyê: Hewildanên jibo girtina Netanyahû û Galant didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352498-dîwana_laheyê_hewildanên_jibo_girtina_netanyahû_û_galant_didome
Dadgeha Navnetewî ya Cezayê ragihand ku peywendî û hewldanên berfireh bo girtina Binyamîn Netanyahu û Yoav Galant serokwezîrê berê û wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî berdewam in.
(last modified 2024-12-14T11:36:28+00:00 )
Kanûn 14, 2024 15:29 Asia/Tehran
  • Dîwana Laheyê: Hewildanên jibo girtina Netanyahû û Galant didome

Dadgeha Navnetewî ya Cezayê ragihand ku peywendî û hewldanên berfireh bo girtina Binyamîn Netanyahu û Yoav Galant serokwezîrê berê û wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî berdewam in.

Fadî Ebdullah,Berdevkê Dadgeha  Naneteweyî ya Cezayê destnîşan kir ku vê dadgehê ji ber sedemên maqûl û cinayeta cengê yên ji aliyê herduyan li dijî filistîniyan, fermana  girtina Binyamîn Netanyahu û Yoav Galant daye.

 Wî di dewamê de got: Dadgeha Navdewletî  ya Cezayê bi welatên endam re di pêwendiyê de  ye ku eger Netanyahû û Galant  derbasî welatên wan bibin wan desteser bikin û biryara vê dadgehê wek ezmûnekê bo welatên wajokerê rêziknama  Romayê ye. 

El-Ebdullah her wiha destnîşan kir ku Dadgeha Navdewletî ya Cezayê  biryara xwe daye û welatên ku rêziknama Romayê îmze kirine. Divê vê biryarê cîbicî bikin û  derbarê hevkariya bi vê dîwanê re ji wan cihanîna  biryarên desteserkirinê berpirsiyar bibin.