Dîwana Laheyê: Hewildanên jibo girtina Netanyahû û Galant didome
Dadgeha Navnetewî ya Cezayê ragihand ku peywendî û hewldanên berfireh bo girtina Binyamîn Netanyahu û Yoav Galant serokwezîrê berê û wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî berdewam in.
Fadî Ebdullah,Berdevkê Dadgeha Naneteweyî ya Cezayê destnîşan kir ku vê dadgehê ji ber sedemên maqûl û cinayeta cengê yên ji aliyê herduyan li dijî filistîniyan, fermana girtina Binyamîn Netanyahu û Yoav Galant daye.
Wî di dewamê de got: Dadgeha Navdewletî ya Cezayê bi welatên endam re di pêwendiyê de ye ku eger Netanyahû û Galant derbasî welatên wan bibin wan desteser bikin û biryara vê dadgehê wek ezmûnekê bo welatên wajokerê rêziknama Romayê ye.
El-Ebdullah her wiha destnîşan kir ku Dadgeha Navdewletî ya Cezayê biryara xwe daye û welatên ku rêziknama Romayê îmze kirine. Divê vê biryarê cîbicî bikin û derbarê hevkariya bi vê dîwanê re ji wan cihanîna biryarên desteserkirinê berpirsiyar bibin.