Amerîkayê gefa boykotê li hevpeymanên xwe xwar
Senatorekî amerîkî di çaçrova karekî bêmînak da gefa boykotê li hevpeymanên sereke yên vî welatî yanî Ingilîs, Alman, Fransa û Kanadayê xwar.
Lînsdî Giraham senatorê amerîkî ji koma Komarxwzan û piştgirê Trump di çaçrova gefxwarineke aşkira da got: Ez ji hemî hevpeymanên me ji wan Kanada, Ingilîs, Alman û Fransayê ra dibêjim ku heke hûn hewil bidin ji bo girtina Netanyahu alîkarîya Dadgeha Navdewletî ya Cezayê bikin, em dê we xwe boykot bikin.
Berî vîya Jeo Biden Serokomarê Amerîkayê jî ji ber hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya desteserkirina Netanyahu ya ji ber jînosayd û cinayetên cengê rexne kiribû û gotibû ku ew hikma sedema şermê ye.
Ev di halekî da ye ku di nêzî 14 mehên buhurî da Amerîakyê bi vetoyên berdewam, nehêlaye ku Konseya Emnî ya NY karekî himberî Rejîma Sîyonîsat bikin. Ev sîyaseta hikûmeta Amerîkayê bûye sedema nerazîbûna tund û giran a beşeke berbiçav a civaka Amerîkayê û li gellek zanîngehên vî welatî xwenîşandanên berfire ji bo piştgirîya ji gelê Filistînê û şermzarkirina cinayetên Rejîma SÎyonîst hatin lidarxistin, xwenîşandanên ku tevî tepeserkirina bi destê polîsan ji wan li New Yorkê didomin. Xwenîşander berdewambûna piştgirîyên giştalî yên Amerîkayê ji cinayetên Rejîma Sîyonîst şermezar dikin û dibêjin: Cinayetkerên cengê li welatê me, bi alîkarîyên xwe pêkanîna jînosaydê organîze û hêsan dikin û dabînkirina dirêv ji bo vê yekê didomînin.