Lazarînî: Xezze bûye goristana zarokên filistînî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352221-lazarînî_xezze_bûye_goristana_zarokên_filistînî
Berpirsê pilebilind ê UNRWAyê di axiftinekê de derbara dûhatên tundkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê hişyarî da.
(last modified 2024-11-21T12:31:30+00:00 )
Tesrîn 21, 2024 15:53 Asia/Tehran
  • Lazarînî: Xezze bûye goristana zarokên filistînî

Berpirsê pilebilind ê UNRWAyê di axiftinekê de derbara dûhatên tundkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê hişyarî da.

Fîlîp Lazarînî Ser-rêvebirê UNRWAyê ragihand ku piştî 3 dehekan baweriya bi peymana piştgiriya ji zarokan îro mafên zarokên filistînî tên binpêkirin û piştî jînosayda ku Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê didomîne ev navçe ji wan re bûye goristanek. Lazarînî got:  Cîhan ji sala 1990’an û vir ve, her sal vê rojê wekî roja pejirandina Daxûyanîya Mafên Zarokan a sala 1959’an û Rêkevtinameya Mafên Zarokan a sala 1989’an  li dar dixe.

Lazarînî her wiha got: 3 dehekan berî niha cîhanê bi pejirandina Rêkevtinameya Mafên Zarokan  piştevaniya xwe ji mafên zarokan ragihand, lê îro her roj mafên zarokên filistînî tên binpêkirin. Vî rayedarê payebilind ê NY got: Îro Xezze  bûye goristana zarokên filistînî û ew tên kuştin û birîndarkirin û neçar dibin ji wir birevin û ji ewlehî, perwerde û lîstinê bêpar mane.