Xwenîşandana piştgiriya Filistînê li Holandayê
Alîgirên Filistînê li Hollandayê xwenîşandeneke berfireh û girseyî li dar xistin.
Şeva borî piştî ku tîma fûtbolê ya Mekabî ya Rejîma Siyonîst li hember Amstêrdama Holendayê işkest xwar, temaşevanên siyonîst daketin nav kolanan û alayên Filistînê ji dîwarên hin malan daxistin.Ev kiryara siyonîstan rastî berteka tund a ciwanên Holendî hat û wan jî ala Îsraîlê şewitandin.
Wezareta Karên Derve ya Rejîma Siyonîst ragihand ku di encama şer û pevçûnên li Amsterdamê de 10 siyonîst birîndar bûne û peywendiya 2 kesên din jî qut bûye. Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku ji bo vegerandina temaşevanên siyonîst bo Hollandayê dê 2 balafir bên şandin û ji siyonîstên ku li Holendayê dijîn xwest ku li kuçe û kolanên vî bajarî hatûçûyînê nekin. di eynî demê de Dîk Şof serokwezîrê Holendayê ku yek ji alîgirên siyonîstan e, ji bo piştevanîkirina ji Rejîma Siyonîstî ketiye tevgerê û ferman daye saziyên ewlehiyê li ser vê mijarê lêkolînê bikin
Piştî şer û pevçûnên li Hollendayê yên piştî bêrêziya alîgirên tîma fûtbolê ya Îsraîlî li Filistînê û piştî serkutkirina xwendekarên zanîngeha Amsterdamê ji aliyê polîsan ve, li paytexta Hollanda gel ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst daketin kolanan û bi diruşmeyan piştgiriya xwe ji gelê Filistînê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst ragihandin.