Cotmeh 16, 2024 18:38 Asia/Tehran

Xelkê welatên curbicur ên cîhanê careka din bona piştgîriya ji xelkê Filistînê xwenîşandan li dar xistin.

Bi hezaran kes ji piştgirên Filistînê li welatên curbicur ên cîhanê ji wan li Otrîş, Kûba, Swêd, Amerîka û Îngilîsê bi lidarxistina xwenîşandaneka berfire di yekemîn salvegera operasiyona Bahoza Eqsayê û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember jînûsayda rejîma dagirkir a Siyonîst, ji bilî diyarkirina hevgirtîbûna li gel xelkê Filistînê, jînûsayd û cinayetên rejîma dagirkir a Siyonîst dijî filistîniyan şermezar kirin.

Xwenîşander bi qêrîna dirûşman, nerizamendiya xwe ya li hember kiryarên welatên rojavayî ji bo piştgîriya ji jînûsayda rejîma cinayetkar a Îsraîlê dijî filistîniyan nîşan dan û daxwaza agirbesa hertimî ya lezgîn, sekinandina biçekirina rejîma sexte ya siyonîst û êrişên rejîma dagirkir a Îsraîlê dijî Filistîn, Libnan û Yemenê û bidawîanîna alîkariya hikûmetên rojavayî di jînûsayda rejîma qirkir a Siyonîst kirin.

Salek ji ser cinayetên Rejîma Siyonîst di Zîvala Xezzê da derbesa dibe û di vê midehê da xwenîşandanên curbicur li gişt cîhanê hatine lidarxistin û xelk daxwaza sekinandina cinayetên bêrawestan ên Rejîma Dagirkir a Îsraîlê dijî xelkê Filistînê dikin.

Serepeyv