May 10, 2024 10:32 Asia/Tehran
  • Rabûn û serhildana xwendekarên amerîkî û ewropî

Xwendekarên Amerîkî û Ewropî yên piştgirê Filistîn û Xezeyê bona şermezarkirina cinayteên rejîma dagirkerê Qudsê xwenîşandanên xwe berdewam dikin.

Di berdewamiya piştevaniya gelanî li welatên curbicur ên cîhanê ji Filistînê û mehkûmkirina cinayetên Rejîma Siyonîstî, bi hezaran kes ji xelkê Swêdê li bajarê Malmo daketin kolanan û daxwaza rawestandina bilez şerê Rejîma Siyonîst li dijî xelkê zîvala Xezeyê kirin. 

Li Amsterdama Holandayê, hêzên polîs bi xwenîşanderên li dijî cinayetên Rejîma Siyonîst ketine pevçûnê û nêzîkî 125 xwendekar dema ku hewl didan ku astengên xwendekaran  ji  holê rakin, grtin.

Polîsên Almanyyaê  jî kombûn û konên bi sedan xwendekaran hilweşandin.Xwendekarên li seranserê Îspanyayê di çarçoveya xwenîşandanên cîhanî yên ji bo piştgiriya Filistînê li cîhanê dest bi çalakiyên protestoyî yên ji bo piştgiriya Filistînê kirin.Konfederasyona Zanîngehên Îspanyayê (CRUE) ragihand ku ew ê têkiliyên xwe bi zanîngeh û navendên lêkolînê yên Îsraîlî re qut bikin ku ji bo aştî û berçavgirtina mafên mirovahî ya navneteweyî re berpirsiyariya xwe ya cidî diyar nekirine.

Serepeyv