Adar 28, 2024 11:01 Asia/Tehran
  • NY: sedî 70 ji xelkê bakurê Xezeyê bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Nivîsgeha Sekreterê Giştî yê NY careke din derbarê rewşa bi qeyran a li zîvala Xezeyê hişyarî da.

 NIvîsgeha Sekreterê Giştî yê NY ragihand ku ji sedî 70 yê nifûsa bakurê Zîvala  Xezeyê bi birçîbûna  giran re rû bi rû ne.Li gor  rageahndina nivîsgeha Sekreterê Giştî yê NY sînordarkirin û pevçûnên berdewam li zîvala Xezeyê rê li ber gihandina alîkariyên mirovî li bakurê Xezeyê girtine.Bes Beçdal, endama Rêxistina Xwarek û Çandiniyê ya NY, pêştir ragihandibû ku di 20 salên ku wan  raporên li ser ewlehiya xwarinê weşandine ev asta xirabûna ewlehiya xwarinê li Xezeyê bêmînak e.Niha milyonek û 100 hezar kes, ku bi qasî nîvê nifûsa Xezeyê,  rastî karesatê  hatine , yanî ev malbat bi kêmbûna giran a xwarinê re rû bi rû ne û nikarin  piarniay pêdiviyên bingehîn ên xwe dabîn bikin.

Serepeyv