Adar 27, 2024 10:51 Asia/Tehran
  • Rayedarê NY: Kuştina sivîlan li Xezeyê bêmînak e

Hevahengkerê aştiyê yê NY li Rojhilata Navîn gotiye ku kuştina sivîlan li Xezeyê bi awayekî bêmînak ci hatiye.

Tûr Winsland bal kişand ser wê yekê ku gihandina alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezeyê kêm e û têrê nake. 

Hevahengkerê  Aştiyê yê NY li Rojhilata Navîn diyar kir ku nabe nexweşxane bibin qada şer û pevçûnan û divê piştgirî ji wan re bê kirin.

Winsland destnîşan kir ku kuştina sivîlan li Xezeyê bêmînak e û got ku em kuştina bi hezaran sivîlên Filistînî ku piraniya wan jin û zarok in şermezar dikin.Vî berpirsê NY bal kişande ser vê yekê ku cezakirina komî ya filistîniyan li Xezeyê bi tu awayî nayê pînekirin.Tûr Winsland destnîşan kir ku li bakurê Xezeyê  ela û birçîbûn di halê rûdanê ye. Wî destnîşan kir:

Li herêmên ku alîkariyên mirovî tên belavkirin li dijî Filistîniyan herî kêm 26 êriş hatine kirin.

 

Serepeyv