Adar 16, 2024 07:54 Asia/Tehran
  • Ji 7ê Cotmeha 2023an vir va 418 Filistînî li Rexê Rojava şehîd bûne

Nivîsgeha hemahengiyê ya Karûbarên Însanî ya NY ragihand ku ji 7ê Cotmehê vir va heta niha herî kêm 418 filistînî li Rexê Rojava ji laiyê siyonîstan ve hatine şehîdkirin.

Nivîsgeha hemahengiyê ya Karûbarên Însanî ya NY  di raporekê de ragihand ku ji 7ê Cotmehê ve heta niha 407 filistînî li Rexê Rojava ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve, 9 ji aliyê bajaroknişînên siyonîst ve  û 2 jî ji aliyê leşkerên Îsraîlî yan jî  bajaroknişînên  siyonîst ve li seranserê wî welatî hatine şehîdkirin.

Li gorî vê raporê, di nav van şehîdan de 109 filistînî hene ku ji destpêka sala 2024`an  ve heta niha şehîd bûne.

Dii heman heyama sala 2023an de, hejmara van şehîdan 80 kes bû ku piraniya wan ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin şehîdkirin û 4 hezar û 690 filistînî li erdên dagîrbûyî birîndar bûn ku 724 ji wan zarok in.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê duh Îniyê ragihand ku bi şehîdbûna 149 filistîniyên din di 24 sietên derbasbûyî da, hejmara şehîdan li Xezeyê gihîşt 31 hezar û 490 kesî.

 

Serepeyv