Adar 09, 2024 07:40 Asia/Tehran
  • Pizîşkên Bêsînor: Armanca çêkirina korîdora deryayî xalifandina raya giştî ji rastiyê ye

Rêveberê Rêxistina Pizîşkên Bêsînor ragihand ku armanca Waşîngtonê ji çêkirina korîdora deryayî xalifandina raya giştî ye ji rastiyekê ye ku li Xezayê diqewime

Avril Benva diyar kir ku armanca Washingtonê ji çêkirina korîdora deryayî ew e ku raya giştî ji rastiya ku li Xezeyê diqewime, bixalifîne.Benva got: Plana Amerîkayê ya ji çêkirina lengergehekê demkî li Xezeyê ji bo zêdekirina  alîkariyên mirovheziyê xalifandina  raya giştî ya cîhanê ji pirsgirêkên rastîn li Xezeyê ye.Benva destnîşan kir: Waşîngton dixweze ku raya giştî ya cîhanê ji pirsgirêkên rastîn ên Zîvala Xezeyê bixalifîne ku  êrişên hovane yên artêşa Siyonîst ser vê deverê û dorpêçkirina  sivîlên filistînî li zîvala Xezeyê digre ber xwe.

Wî got ku rewşa niha ya Xezeyê encama pirsgirêkeke siyasî ye û ne pirsgirêkeke lojîstîk  û bal kişand ser wê yekê ku Amerîka  dewsa ku li ser avakirina vê korîdorê bisekine, divê li ser şandina alîkariyên mirovî bi rêyên heyî, pêgriyê bike.Benva diyar kir: Pêkanîna agirbesê tenha rê ye ku bi rastî şandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê garantî dike.Piştî alozbûna rewşa xelkê Zîvala Xezeyê di encama  êrşên rejîma Israîlê bi piştevaniya tam a Amerîkayê, medyaya Amerîkayê ji zarê rayedarên vî welatî îdia kirin ku Co Baydên serokomarê Amerîkayê  ferman da artêşê ku ji bo gihandina alîkariyê bo filistîniyan  li peravên Derya  Medîteranê ya Xezeyê benderekê ava bike.

 

Serepeyv