Çile 13, 2024 10:33 Asia/Tehran
  • Hilkolandfina rewşa bi xof a Xezeyê û êrişa Amerîkayê ser Yemenê li du civînên li dû hev li Konseya Ewlehiyê

Rojekê piştî êrşa 10 welatan bi serkirdetiya Amerîkayêser pêgehên Ensarullahê li Yemenê, Konseya Ewlehiyê ya NY yekim civîna xwe di sala 2024an de derbarê rewşa Rojhilata Navîn de li dar xist û di du civînên li pey hev de, rewşa Filistînê û êrişa ser Yemenê hilkoland ku NY rewşa Xezeyê ji ber êrişên berdewam ên Israîlî bi xof wesif kir û welatan dilnîgeraniya xwe ji berfirehbûna nakokiyan nîşan dan.


Konseya  Ewlehiyê ya NY  êvara Înîyê bi dema herêmê li du civînên li pey hev rewşa Xezeyê û êrişa 10 welatan bi serkirdetiya Amerîka  ser pêgehên Ensarullaha Yemenê bi sernavê nirxandina rewşa navça Rojhilata Navîn hilkoland. 

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYli  Karûbarên Mirovî û hemahengkerê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths di civîna Konseya  Ewlehiyê ya NY  ya ku li ser daxwaza Cezayîrê hat lidarxistin de got.

Rewşa Xezeyê ji ber berdewamiya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê xirab e û her hewlek ji bo guhertinademografiya Xezayê divê bi bi awayekî cidî were redkirin. 

Griffiths her wiha got: Êrişa Îsraîlê  ser Xezeyê şerek e ku bêyî berçavgirtina bandora wê ser sivîlan hatiye destpêkirin. Fikra ku filistînî dikarin an dê karibin vegerin bakurê Xezayê, Zehmet e û berfirehkirina  êrîşa li ser Refehê di vê demê de ji bo operasyonên mirovî pirsgirêkeke cidî ye.  Wî dilnigiraniya xwe ji rewşa zîvala Xezeyê nîşan da û tekez kir: têkçûna sîstema tenduristiyê li Xezeyê û gefa  xelayê roj bi roj zêde dibe. Teşkîlatên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo nifûsa mayî li Xezeyê di bin êrişên berdewam de ne.

 

Serepeyv