Bernie Sanders rexne li piştevaniya Koşka Sipî ji Îsraîlê girt
Senatorên nasyar ê Eyaleta Vêrmontê ya Amerîkayê daxwaza rawestandina alîkariya leşkerî ya Waşîngtonê bo Til Avîvê kir.
Bernie Sanders senatorê serbixwe yê amerîkî bi şandina nameyekê bo Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê daxwaza rawestandina alîkariyên leşkerî bo Îsraîlê ji ber şerê Xezeyê kir. Wî di vê nameyê da nivîsiye: Ji bilî goriyên zzehf, em awarebûna berfireh a gel dibînin. Ev şer ne tenê karessateke mirovî, belkî cinayeteke berfireh e.
Bernie Sanders tevî rexnegirtina li plana 10 miliyar dolarî ya alîkariya leşkerî ya Waşîngtonê bo Îsraîlê got: Ev cinayet bi bombe û çekên ku Amerîkayê dane Îsraîlê û bi pereyê bacderên amerîkî pêk tên. Em şirîkê sûcên vê tevkujiyê ne.
Encamên hevpar ên rapirsîna nûya Kanala CBC News û Enstîtûya Nirxandina Hizran a Yogavê nîşan didin ku sedî 61ê amerîkiyan siyasetên Joe Biden Serokkomarê vî welatî derheq şerê Xezeyê napejirînin.