Kanûn 14, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana piştevaniya ji Filistînê li paytextên Inglîz û Îrlendê

Bi sedan neraziyên alîgirê Filistînê li bajarên London û Doblînê xwenîşandanek li dijî piştevaniyên Amerîka û Inglîzê ji Rejîma Siyonîst li dar xistin.

Ev xwenîşandan ji aliyê Sazûmana "Kiryara Filistînê ya Londonê" bi nîşana nerazîtiya li hemberî piştevanînekirina serokên Partiya Karkeran ji agirbesa tam li Xezeyê hat lidarxistin.

 

Îrlendiyên piştevana Filistînê jî wek nerazîtiya li hemberî helwêstên Waşîngtonê yên piştevaniya ji siyonîstan xwenîşandan kirin. Hêzên ewlehiyê êrîşî ser hejmareke neraziyên îrlendî kirin. Hinek ji xwenîşanderên ku ketin grevê, ev dirûşme bilind kirin: "Ji Çêm heta Deryayê dê Filistn rizgar bibe", "Biden bavêjin derve" û "Agirbes qey hema nika".

 

Çend roj beriya wê yekê, Amerîka li Konseya Ewlehiyê ya NY biryarnameya ku daxwaa agirbesa însanî ya bilez li Xezeyê dikir, veto kir; biryarnameya ku ji aliyê Imaratê va hatibû amadekirin û 13 dengên erê tevî dengê bêla yê Inglîzê wergirt.

Serepeyv