Kanûn 07, 2023 10:34 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Yekitiya Ewropayê ji kiryara bêmînak a Sekreterê Giştî yê NY derbarê Xezeyê

Yekîtiya Ewropî piştgirî da kiryara bîmînak a Sekreterê Giştî yê NY ji bo çalakkirina xala 99 a manîfesta vê rêxistinê derbarê Xezeyê.

 

Joseph Burrell, Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupayê got: Ez ji endamên Ewropî yên Civata Ewlehiyê ya NY daxwaz dikim ku piştgirîya daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ya çalakkirina xala 99ê ya manîfesta vê rêxistinê bikin.

Burrell tekez kir: Civata Ewlehiyê divê bilez ji bo girtina pêşiya têkçûna tam a rewşa mirovî li zîvala Xezeyê dmlidest bikeve dewrê. 

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Rejîma Siyonîst  kir ku pêşiya alîkariyên bilez ên saziyên alîkariyê yên NY bo sivîlên  Xezeyê negire.

Li gorî xala 99’an a  manîfesta NY ku di dîroka Neteweyên Yekbûyî de tenê 9 caran hatiye bikaranîn, Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê dikare ji bo her mijarekê ku gefê li  aştî û ewlehiya navneteweyî bixwe, Konseya Ewlekariyê agahdar bike. 

 

Serepeyv