Serketina Partiya desthilatdar a Hindistanê li sê eyaletên mezin di hilbijartinan de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i345131-serketina_partiya_desthilatdar_a_hindistanê_li_sê_eyaletên_mezin_di_hilbijartinan_de
Partiya Biharatiya Janata di hilbijartinên herî girîng ên meclisa eyaletên Hindistanê de li sê eyaletan de bi ser ket.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 04, 2023 15:29 Asia/Tehran
  • Serketina Partiya desthilatdar a Hindistanê li sê eyaletên mezin di hilbijartinan de

Partiya Biharatiya Janata di hilbijartinên herî girîng ên meclisa eyaletên Hindistanê de li sê eyaletan de bi ser ket.

Partiya desthilatdar a Hindistanê duh Yekşemiyê li sê eyaletên navendî yên Racastan, Madya Pradesh û Çatîsger ku wek dilê Hindistanê têne nasîn, piraniya dengan li Lok Sabhayê bi dest xist.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û serokê Partiya Biharatiya Janata encamên pir  baş nirxand. 

  Partiya Kongreyê, ku li her sê dewletan karnameyeke baş tinebû li Telangana desthilatdarî girt û Biharat Raştra Samiti Kongreya Neteweyî ya Hindistanê wêde bir.

Tevî serketinên partiya desthilatdar, partiya Kongreya Hindistanê li eyaleta Telangana ku navenda wê Heyderabad e,piraniya dengan bi dest xist.