Leşkerên Îsraîlî bi qestî û bo kêfê mirovan dikujin
Serokê pizîşkên bê sînor got: Leşkerên Îsraîlî gelekî rihet mirovan ji wan zarok û nûgîha û hemû endamên malbatan dikujin û vî karî bi qest û jibo kêfa xwe dikin.
Krîstos Krîsto serdana navçeyên dagîrbûyî yên Filistînê kiriye û rewşa Zîvala Xezeyê weke seyr û nemirovî daye zanîn.Krîstos Krîsto got: Me cimaetek dît ku hewl didan ji bombeyên pêşbînînekiî birevin û cihekî ewle li kuncekê peyda bikin, lê ti der ewleh nîne. û niha zêdetirî milyonek û 700 hezar kes aware bûne û di rewşeke herî qelebalix û aloz û bi xof de ne.Rewşeke bi vî rengî bi rastî nemirovî ye.Rewşa Xezeyê karesat e û ji rewşa ku em jê re dibêjin qeyrana mirovî derketiye û bûye karesateke mirovî.
Wî got: Ger êrişên tund ji nû ve dest pê bikin, dê ev rewş xirabtir bibe.Gelê Xezeyê a niha hewcetî bi agirbeseke mayînde û daîmî hene, û eva tenha riyek e ku dikarin kuştin û birîndarkirinên bêyî duberekî rawestînin û bêhêlin alîkariyên mirovî yên ku xelk pir hewcetî bi wan hene, bighînin wan.