Kanûn 02, 2023 07:19 Asia/Tehran
  • NY: Rewşa Xezeyê seratir ji qeyranê ye

Komîserê Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destpêkirina şer a li Xezeyê weke karesatekê da zanîn û got ku rewşa Xezeyê seratir ji qeyranê ye.

Volker Turk her wiha got: Gotinên vê dawiyê yên rlberên siyasî û leşkerî yên Îsraîlê ku nîşan dide ew di halê plandarêşina bo berfirehkirina êrişên leşkerî ne ku ev agelekî dilnigeranker e.

Volker Turk bal kişand ser wê yekê ku hejmareke mezin ji filistîniyan  li ber metirsiya kuştinê an awarekirina bi dara zorê bo hin beşên Xezeyê ne û bang li hemû alî û welatên xwedî bandor kir ku ji bo misogerkirina agirbesê zêdetir hewl bidin.Piştî nêzîkî 50 rojan, Rêjîma Siyonîst û Hemasê bi navbeynkariya Qeterê li ser agirbestee 4 rojî li hev kirin ku piştî îniya borî dest pê kir û du caran bo 2 rojan û  carekî jî rojekê hat dirêjkirin.Mêhwera  sereke ya vê rêketinê, bi hev re veguhertina girtiyan û şandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê bû û piştî 7 rojan û piştî bidawîhatina agirbesê, rejîma dagîrkerê Qudsê, careke din  êrişên xwe  li dijî zîvala Xezeyê destpê kir.

 

Serepeyv