Mijdar 16, 2023 11:32 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê ya NY serê axir rawestana însanî ya pevçûnan li Xezeyê pesend kir

Konseya Ewlehiyê ya NY serê axir piştî 40 rojan ji destpêbûna pevçûnan navbera komên Berxwedana Filistînê û rejîma Îsraîlê di 7ê Cotmehê da û 4 pêşnivîsên biryarnameya pêşniyazkirî ku tûşî astengiyê bûbûn, biryarnameya rawwestana însandostane ya pevçûnan li Xezeyê pesend kir.

Ev biryarname di civîna berêvara Çarşemiyê ya Konseya Ewlehiyê ya NY da bi dengê erê yê 12 welat ji 15 welatên endamê vê konseyê hat pesendkirin û ti aliyekî dijber tinebû.

Ev biryarname ku ji aliyê welatê Maltê va hatiye amadekirin ji piştevaniya 22 welatên ereb ji wan Imaratê kuendamekî Konseya Ewlehiyê ya NY ye sûd werdigire.

Ev biryarname daxwaza rawestandina pevçûnan û îcadkirina korîdorên însandostane yên lezgîn û dirêj li seranserî Zîvala Xezeyê ji bo gihîştina tam, bilez, ewleh û bê astengî ya ajansên însandostane yên NY, li gorî qanûnên însandostane yên navneteweyî dike.

Ev biryarname her wiha daxwaza azadkirina bilez û bê şert û merc a hemî desteserkiriyan ji wan zarokên ku ji aliyê Hemasê va li Xezeyê tên ragirtin dike.

Ev biryarname her wiha nîgeraniya xxwe ji rewşa însanîli Zîvala Xezeyê û bandora wê ser welatiyên sivîl bi taybet zarokan diyar dike û tekezî li sser gihîştinna tam, bilez, ewleh û bê astengî û li gorî prensîbên însandostane, bêalîtî, serbixwertî û soza bo rêzgirtin û parastina hêzên alîkarîgihandinê dike.

Biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya NY dijayetiya xwe digel cîbecîkirina neçarî ya welatiyên sivîl, ji wan zarokan ku qanûnên navneteweyî binpê dike diyar kiriye û daxwaza rawwestana dirêjdem û îcadkirina korîdorên însandosstane yên lezgîn li seranserî Zîvala Xezeyê bo heyameke guncan dike.

Konseya Ewlehiyê ya NY ji hemî aliyan dixwaze ku dest ji bêparkiri9na welatiyên sivîl ên Xezeyê ji xizmetên sseretayî û alîkariyên însandostane ku ji bo mayîna wan pêwîst e, bikişînin.

Nûnerê Rûsyayê li NY got: Em ne li ser vê bawerê ne ku Konseya Ewlehiyê ya NY divî teslîmî vîn û îradeya Amerîkayê bibe. Amerîkayê deriyan li ser rawestandina hertimî ya pevçûnan li Xezeyê girêdide.

Serepeyv