Tîrmeh 26, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Berteka NY'yê derheq bêrêziya li Pirtûkên Pîroz

Berdevka Serokê Civata Giştî ya NY'yê bêrêziya li Pirtûkên Pîroz şermezar kir.

Paûlîna Kobîyak Berdevka Serokê Civîna 76an a Civata  Giştî ya NY'yê ragihand ku vê civatê biryarnameyek derbarê rewacdana gotûbêja navbera dînan pesend kiriye.

Kobîyakê her wiha got: Ev biryarname her cûre kiryara li dijî pirtûkên pîroz bi tundî şermezar dike û van cûre bûyeran wek binpêkirina qanûnên navneteweyî dizane.

Tê gotin ev belgename bi sernavê "Rewacdana gotûbêja navbera dîn û çandan û hêsankirina têkoşîna dijî gotinên handêra nefretê" paragrafek tê da heye ku mixabiniya xwe ya giran "derbarê hemî kiryarên şidetbar li dijî mirovan li gorî dîn an baweriya wan, her wiha her cûre kiryara ku li dijî wan be" diyar dike.

Ev paragraf her wiha her cûre kiryara dijî sembolên dînî, pirtûkên pîroz, mal, şixul, milk, medrese, navendên çandî an îbadetgehan, her wiha her cûre êrîşa ser cih û ziyaretgehên dînî û binpêkirina qanûnên navneteweyî bi tundî şermezar dike.

 

Serepeyv