Ajokarên trenê li Inglîzê ketin girevê
May 12, 2023 13:23 Asia/Tehran
Ajokarên trenê li Inglîzê bona protestokirina qeyrana xercên jiyanê, rewşa nebaş a kar û şuxilan û kêmbûna miaşê, ketin grevê.
Li gorî rapora rojnameya The Guardian ê, ajokarên trenê ên 16-18 şîrketên Rêhesinê li Inglîzê bona protestokirina buhabûn û sersariya hikûmet avî welatî li himber rewşa debara wan, ji îro va bo 24 sietan ketin grevê û bi vî awayî seferên bi riya trenan li Inglîzê îro îniyê û sibê şemiyê dê bên îbtalkirin.
Ger çi hemî welatên ewrûpî di nava qeyrana aborî de dijîn û zama aborî êdî ji kontrolê derketiye, lê li gor nirxandina Rêxistina Hevkariya Aborê, aboriya Inglîzê ji her babetî va di rewşa herî xirab pêka welatên endamê Koma Heftan de ye,.
Serepeyv