Adar 31, 2023 16:21 Asia/Tehran
  • Lokaşênko: Welatên rojavayî planê ji bo êrişa ser Belarusê û kavilkirina wî dadirêjin

Serokomarê Belarusê derbara êrişa welatên rojavayî ya di dema nêzîk da ser vî welatî hişyarî da û xwest ku çekên atomî yên taktîkî yên Ûrsêtê li Belarusê bên bicihkirin.

Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn şemîya buhurî got ku Ûrsêt yê çekên atomî yên taktîkî li Belarusê bi cih bike ku bicihkirina yekê ya çekên navokî derveyî sînorên wî welatî ji dema hilweşîna Sovyetê ve di sala 1991ê va ye.

Serokomarê Belarusê Alêksandêr Lokaşênko got: Çekên atomî yên taktîkî yên Ûrsêtê ku biryar e li Belarusê bên bicihkirin, yê vî welatî himberî gefên welatên rojavayî biparêzin ji ber ku hin plan ji bo êrişa Belarusê ya ji Poalndayê va hene.

Lokaşênko amajeyî rabhorîyê û berhevkirina çekên atomî yên vî welatî piştî hilweşîna Sovyetê kir û got: Di dehsalîya nehvêdî da, min hez nedikir çekên atomî bên berhevkirin lê ez ketim ber zexta welatên rojavayî û Serokomarê Ûrsêtê yê wê demê.

Rayedarên ûris berî vîya ragihandibûn ku ew çekana dê Belarusê hibmerî zextên Amerîkayê û hevpeymanên Waşîngtonê biparêzin.

Lokaşênko herwiha xwest li Ukraynê agirbesa lezgîn were ragihandin û gotûbêj ji bo pêkanîna aştîya mayinde bên destpêkirin.