Adar 31, 2023 08:53 Asia/Tehran
  • YE fêrkirin û rahênana leşkerên Ukraynê zêde dike

Berdevkê pillebilind ê Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got ku endamên vê yekitîyê rahênan û fêrkirina leşkrên Ukraynê zêde kirine.

Berdevkê pillebilind ê Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE Pîter Stano şeva buhurî di vî warî da got: Her dewra rahênan û fêrkirinê 35 roja digire ber xwe û serbazên ukraynî piştî wê dizvirin welatê xwe.

Stano herwiha got: Heta nîveka meha Nîsanê yê nêzî 11 hezar û 400 serbazên ukraynî li binkeyên çend welatên ewrûpî dewrên rahênanê derbas bikin.

Berdevkê pillebilind ê Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE pêgirî kir ku bi duqatîkirina hewlan, heta dawîya sala 2023yê yê 30 hezar serbazên ukraynî di ççarçova planên hevpar digel YE da dewrên rahênanê derbas bikin.

Cîgirê Sersekreterê NATOyê jî şeva buhurî ragihand ku vê hevalbendîyê di sala 2022yê da bayê nêzîkî 150 milyard euroyî alîkarîya leşkerî, darayî û aborî daye Ukraynê ku 65 milyard Euro alîkarîya leşkerî bûye.