Kolanên şarên curbicur ên Fransayê veguherîne meydana şêrr
Ji ber pevçûnên giran ên di navbera nerazîyên hêrs ên fransî û hêzên polîs ên vî welatî li deverên curbicur da, kolanên Fransayê veguherîne meydana şêrr.
Gelê Fransayê ev çend hefte ye ku nerazîbûn û xwenîşandana dijî pêşnuma hikûmeta Mekron a guhertina qanûna malnişînkirinê didomîne û di vê çarçovê da bi hezaran fransî li kolanan nerazîbûna xwe nîşan didin.
Duh jî welatîyên fransî li şarên curbicur daketin kolanan û hikûmetê ji bo tepeserkirina neyaran hêzên polîs ên tam teyarkirî şandin kolanan û di navbera nerazîyan û hêzên polîs da pevçûnên giran derketin. Dîmenên kolanên Fransayê dişibin dîmennê meydanên şêrr.
Ji greva karker û personelên beşên curbicur li Fransayê kar û barên vî welatî aloz bûne û wek mînak kolanên Parîsê ji ber greva personelên paqijkirin û ramalînê veguherîne zibildankan û ev yeka bûye sedema hêrsbûna gelê Fransayê.
Hikûmeta Fransayê ji bo tepeserkirina neyarên xwe ya ji dêstî hatîye kirîye û bilî hêzên polîs ên teyarkirî, maşînên mezin ên avpekîner jî ji bo sekinîna himberî xwenîşander û nerazîyan şandin kolanan.