Adar 29, 2023 09:57 Asia/Tehran
  • NY: YE di cinayeta dijî penaxwazan da alîkarîya Lîbîyê dike

Çavdêr û pisporên NY dibêjin ku li gorî belgeyên di destê wan da YE di cinayeta dijî penaxwazan da pişta Garda Perravê ya Lîbîyê digire.

Pispor û şarezayên NY ragihandin ku belgeyên wisa bi dest
xistine ku ray didin Garda Perravê ya Lîbîyê bi piştgirîya YE
bi caran cinayeta ciddî dijî penaxwazan pêk anîye ji wan
kuştin, işkencekirin û koledarî û penaxwaz di girtîgehên di
bin kontrola Garda Perravê ya Lîbîyê û sazî û dezgehên
hikûmî yên din da ketine ber işkencê, bacistandin,
destdirêjîya zayendî û kuştinê.
Pisporên NY ser vê bawerê ne ku YE ji hêla teknîk, dirêv û
alavan ji wan qayiqên ji bo şopandin û desteserkirina
koçberan piştgirî daye Garda Perravê ya Lîbîyê.
Welatên bakura Afrîqayê ji wan Tûnis û Lîbî ji ber ku nêzîkî
Ewrûpayê ne, veguherîne navendên veguhestinê yên
girîng ên penaxwazên ku hewil didin ji bo revîna ji destê
hejarî û şerê li welatê xwe, xwe bigihînin Ewrûpayê.