Adar 29, 2023 09:27 Asia/Tehran
  • Birca Eiffel û Koşka Wêrsay a Parîsê ji ber giranbûna nerizamendiyên giştî hatin daxistin

Birca Îfêl û Koşka Wêrsay a Parîsê li ser geştyaran hatin da hatin daxistin.

Giranbûna nerazîbûn û xwenîşandanên bi hegera
guhertina qanûna malnişînbûnê li navçeyên curbicur
ên Firansayê, bû sedema girêdana hin cihên geştyarî
û dîrokî yên vî welatî.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan deriyên birca Îfêlê
û Koşka Wêrsayê li Parîsê ji ber giranbûna
nerazîbûnan li vî bajarî ser geştyaran de hatin
daxistin.
Roja duşemiyê jî gireva karmendên Mûzexaneya
Lovr a Parîsê wek nerizamendiya li hember
guhertina qanûna malnişînbûnê ya hikûmeta
Firansayê bû sedema sekinadina karê vê
mûzexaneyê û bêhêvîbûna geştyarên ku derbasî li
hewşa wê bibûn.
Firansa di van mehên derbasbûyî da ji ber pêkutiya
hikûmeta Êmanoêl Mekron, serokomarê vî welatî ji
bo guherîna qanûna malnişînbûnê, rastî
xwenîşandana gelemperî û girevên berfireh bûye.